EKOLOJİ FORUMU’NA ÇAĞRI - BANGA JI BO FORUMA EKOLOJIYÊ

27 Ocak, 2011
25011
EKOLOJİ FORUMU’NA ÇAĞRI - BANGA JI BO FORUMA EKOLOJIYÊ

 

EKOLOJİ FORUMU’NA ÇAĞRI

Doğa ile ilişkimiz var oluşumuzdan beri süregelen ve kaçınılmaz bir olgudur. Beslenme, barınma, giyinme ve soluduğumuz hava gibi yaşamsal gereksinimlerimizi doğadan karşılamaya devam etmekteyiz. Bu güne kadar tüm nimetlerini bizimle cömertçe paylaşan doğa; insanın sınırsız istekleri karşısında pes etmek üzeredir.

Günümüze kadar devam eden tahakkümcü ekonomik ve siyasal sistem, dünyayı daha yaşanılmaz hale getirmektedir. Kapitalistlerin hırsları, tutkuları ve arzuları;  insan ve doğayı feda edilebilir birer metaya indirgemiştir. Egemenlerin sömürü düzenini sürdürmek amacıyla çıkardıkları savaşlarda, ilk gözden çıkarılanlar her zaman doğa ve insan olmuştur.

Ortadoğu’da yıllardır devam eden savaşların en önemli sebepleri, iktidar mücadeleleri, halkların çeşitliliğinin tanınmaması ve buna bağlı olarak doğal kaynakların kontrolü ve sömürüsüdür. Özellikle petrol, su, maden rezervleri açısından zengin olan Ortadoğu coğrafyasında yaşayan halklar bu rezervlerin sömürülmesi adına yerlerinden edilmekte ve bu sayede halklar modern-küresel-kapitalist sisteme bağımlı kılınmaktadır. Ayrıca tarımsal üretimin çeşitliliği monokültür ve GDO’lu ürünler sayesinde ‘daha çok verim’ adına yok edilmekte ve yıkımın boyutları ekolojik-ekonomik-kültürel ve toplumsal alanlarda kendini göstermektedir.

Dünya ekosistemi artık insan tahribatlarını hazmedemeyecek boyuta ulaşmıştır. Küresel ısınma bu bozulmanın en büyük göstergesi olup , “dünya benimdir” diyen zengin efendileri bile tehdit etmektedir. İnsanlık artık yol ayrımına gelmiştir.

Bu yol ayrımında, algı kapılarımızı aralamak ve ortak bir mücadele hattı örmek için ekoloji aktivistlerini, kolektifleri, oluşumları, taban örgütlenmelerini dil, din, ırk, renk, cinsiyet ayrımı olmaksızın 29–30 Ocak 2011 tarihlerinde Diyarbakır’da düzenleyeceğimiz Ekoloji Forumu’na davet ediyoruz.

Ayrıca Cochabamba’dan, alternatif  su forumlarına; dünya baraj karşıtı hareketlerden yerel özerk örgütlenmelere kadar bütün küreselleşme ve yıkım sistemi karşısında duran hareketleri ve oluşumları selamlıyor ve foruma katılmaya davet ediyoruz.

TARTIŞMA EKSENLERİ

 Ortadoğu’da Doğal Kaynakların Yönetimi Ve Tüketimi

Ekoloji Ve Siyaset Düzleminde Toplumsal Sistem Arayışları:  Deneyimler Ve Direnişler

Genetiği Değiştirilmiş Dünya’nın yan etkileri ve alternatifler: Gıda egemenliği ve Mezopotamya’da GDO

Ekolojik çeşitlilik: Halkların ve Doğanın Çeşitliliği

Ekolojik Krizin Nedenleri

Krizden Çıkış İçin Yaklaşımlar

Sürdürülebilir Kentler(Eko Kentler) ve Alternatif Teknolojiler




BANGA JI BO FORUMA EKOLOJIYÊ
   (29-30 Rêbendan 2011, Amed)

Têkiliya me ya bi xwezayê re ji zikmakî ve didome û diyardeyeke jêneger e.. Em hewcedariyên xwe yên mîna xwedîbûn, bicîbûn, cilûberg û hewaya ku em bêhna xwe pê didinûdistînin tev ji xwezayê digirin. Xwezayê heta îro nehmetên xwe tev bi me re parve kir; lê êdî li hember xwestekên mirovî yên bêsînor hindik maye ku bibêje çîz, bibêje êdî nema. Ev rewş rîskeke giran e ji bonî tevayê candarên ku tevlêkarên gerdûnê ne.

Pergala siyasî û aborî ya zordar a ku heta roja me didome dinya herimandiye ü kiriye ku lê neyê jiyîn. Hêrs, azwerî û xwestêkên sermayedariyê mirov û xweza daxistine asta darîngê ku bi hêsanî tê fîdakirin. Serdestên ku dixwazin pergala kedxwariyê bidomînin û ji bo vê şerê netewî û navnetewî derdixînin her tim û pêşîn mirov û xwezayê ji çav derdixin.

Sedemên herî girîng ên şerê li Rojhilata Navîn diqewin, têkoşînên desthilatdariyê, nenasîna cihêbûna gelan û li gorî van tiştan kontrol û mêtina çavkaniyên xwezayî ne. Bi taybetî jî gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn ên ku li erdnîgariya wan kana petrol, av û madenan gelekî zêde ne, li ser navê mêtina van kanan ji cih û warên xwe dibin û bi vê yekê re jî gel dibin muptelayê sîstema modern û kurewî û kapîtalîst. Ji xeynî van tiştan hilberîna çandiniyê ya çeşîd bi çeşîd bi monokultur û berhemên GDO'yî li ser navê “adana zêde” tê tarûmarkirin û bandora vê rûxandinê di qadên ekolojîk, ekonomîk, çandî û civakî de jî xwe dide der.

Pergala Ekolojiya Cîhanê gihaştiye wê astê ku êdî nikare xerabûn, hilweşîn û texrîbata mirovî hilgire. Nîşana vê xerabûnê jî Germbûyîna Kûrewî ye, ku efendiyên dewlemend yên ku dibêjin, “dinya ya min e” jî tehdît dike; gefê li wan jî dixwe ev germayî. Mirovahî êdî hatiye rêveqetînê.

Li vê rêveqetînê; ji bo ku em rê li têgihîştineke hevpar vebikin û xeteke têkoşînê ya hevkar rabixin, em tevayên çalakvanên ekolojîst, kolektîfan, avasaziyan, tevayên rêxistinên bingehîn bêyî ku cudahiya ziman, ol, reng, û zayendî derbixin pêş; dawetî Forûma Ekolojîk a ku em ê di 29-30’yê Rêbendana 2011’an li Amedê li dar bixin, dikin

Dîsa em silavê didin Forûmên Avê yên Alternatîf ên ji Cochabambayê û Tevgerên Dijberên Bendavan ên Cîhanê û heta bigihê rêxistînên herêmî yên xweser û vesazî û tevgerên dijberên xerakirinên kûrewî û em bangî wan dikin ku tevlî Forûma me bibin û em wan dawet dikin.

EKSENÊN GUFTÛGOTÊ

Li Rojhilata Navîn Mezaxtin û Rêvebirina Jêderên Xwezayî

Di Asta Ekolojî û Siyasetê De Lêgerîna Pergalên Civakî: Tecrûbe û Berxwedan

Cîhana ku Genetîka wê Hatiye Guhertin û Bandorên Layekî û Hin Alternatîf: Li Mezopotamyayê GDO û Serdestiya Zad

Curbecurtiya Ekolojîk: Curbecurtiya Gelan û ya Xwezayê

Sedemên Krîza Ekolojîk û Berpêçûnên ji bo Derketina ji Krîza Ekolojîk

Bajarên ku Dikarin Bidomin (Bajarên Eko) û Teknolojiyên Alternatîf