KÜRTÇE-TÜRKÇE-İNGİLİZCE TEKNİK TERİMLER 2.FASİKÜL TANITIM TOPLANTISI GERÇEKLEŞTİ

27 Nisan, 2013
22652
KÜRTÇE-TÜRKÇE-İNGİLİZCE TEKNİK TERİMLER 2.FASİKÜL TANITIM TOPLANTISI GERÇEKLEŞTİ

Endamên Çapemeniya Hêja

Fasîkula duyem a Komxebata Zaravên Teknîkî ya Kurdî-Tirkî-Îngilîzî ku ji aliye TMMOB û TZP-Kurdî ve tê çêkirin qediya. Ev xebat bi resepsiyonekî dê çar roj berî cejna zimanê Kurdî, di 11yê Gulanê de ji raya giştî re were pêşkêş kirin. Me fasîkula xwe ya yekem piştî komxebata ku me par di 11-12-13-14yê Gulanê de li Parka Sumerê ya Amedê çêkiribû temam kiribû. Di Fasîkul 1 de 360 peyv hebûn lê di berhema me ya nû ku Fasîlkul 2 ye de bi tevahî ji 2000î zêdetir peyv hene. Ji bilî vê me bi ravekirina van peyvan xebata xwe gihandiye radeyeke bilinttir.

Ev xebat bi yekeyên TMMOB’a şaxa Amedê 2 sale didome û ji xwe fasîkula yekem me li Amedê çap kiribû. Piştre ev xebat bi biryara 42. a kongreya TMMOBê bû xebata TMMOBê ya fermî. Ziman amûrek binyat e ji bo ku mirov hev fêm bikin. Em hêvî dikin ku ev xebat ji bo jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê, standardîzekirina ziman û ji bo ku Kurdî bi awayekî hêsantir were bikaranîn dê bibe çavkanî û pêngaveke girîng.

Xebata me bi formateke zanistî hatiye çêkirin. Ji 30 zêdetir herêmên ku Kurdî tê axaftin endezyar, avahîsaz(telarsaz) û plansazên bajêr bi rojan xebat meşandine. Van peyvên ku li ser hatine li hev kirin piştî sererastkirina lijneyeke şêwirmend ku ji zimanzanên pispor, akademîsyen, endezyar û avahîsazên ji Tirkiye û cihên cuda yên cîhanê ne, hatine amadekirin. Tevî Duhok, Hewlêr, Suleymaniye, Qezwîn, Stembol ji gelek cihên din tevlêbûn ji vê xebatê re çêbûye. Kesên ku di zaravayên Kurmancî, Dimilî û Soranî de pisporin jî di komxebatê de cih girtine. Lewma jî ev xebat tenê ne bi çend kesan, bi hevparbûna gelek herêmên cuda çêbûye.

Encama dawîn a xebatê Ferhenga Teknîkî ya Kurdî-Tirkî-Îngilîzî ku em plandikin di Sebat an jî Adara 2014an de derkeve ye. Em bawer dikin ku çavkaniyeke weha dê hêzê bide pergala perweredehiyê ya welatê me. Ku Kurd jî weke gelên Cîhanê yên din bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin ewê bibe sedema şertên jiyaneke hevpar û welateke demokratîk.

Dê xebat nêzî 3 sal bajo. Em li ser navê gel spasiyên xwe ji wan heval û mamosteyên xwe yên ku alîkarî kirine û wê bikin re pêşkêş dikin. Ji bo danasîna fasîkula duyem emê di 11 Gulan 2013 de li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê resepsiyonek bidin. Di vê resepsiyonê de bi dîtina we kedkarên çapemeniyê emê bextewar bibin.

TMMOB İKK’ya Amedê
TMMOB Lijneya Xebatên Teknîk yên bi Kurdî

Değerli Basın Mensupları

TMMOB ve TZP-Kurdî 'nin ortak bir çalışması olarak devam eden Kürtçe-Türkçe-İngilizce Teknik Terimler sözlüğü çalışmasının 2. fasikülü tamamlanmış, bu çalışma Kürt dil bayramı olarak kabul edilen 15 Mayıstan 4 gün önce yani 11 Mayıs 2013 günü bir resepsiyon ile kamuoyuna sunulacaktır. İlk fasikülümüzü geçen yılın Mayıs ayınının 11-12-13-14’ünde Amed Sümerpark'ta yaptığımız Kürtçe Teknik Terimler Çalıştayı sonrası tamamlamıştık. Fasikul 1 de 360 civarında kelime varken bu yeni çalışmamızın eseri olan Fasikul 2 de toplamda 2000’in üzerinde kelime bulunmaktadır. Ayrıca tüm terimlerin anlamlarını da açıklayarak çalışmamızı bu adımda bir üst seviyeye çıkarmış durumdayız.

TMMOB Diyarbakır Şube birimlerince Çalışmaları 2 yıldır devam eden ve ilk fasikülü Diyarbakır'da çıkardığımız bu çalışma daha sonra TMMOB 42. Olağan Genel kurulunda alınan karar gereği TMMOB'nin genel bir çalışmasına dönüştürülmüştür. Dil insanların birbirini anlaması için temel bir araçtır. Bu çalışma ile Türkiye halklarının ortak yaşamı için önemli katkı koyacağına inandığımız ve dilin standartlaştırılması ile eğitim alanında Kürtçe'nin daha rahat kullanılabilmesi açısından önemli bir kaynak ve ara taşı olacağını umut ediyoruz.

Bu çalışma format olarak bilimsel bir esasla yapılmış 30’dan fazla Kürtçe'nin konuşulduğu hemen hemen tüm yörelerden katılan mühendis, mimar ve şehir plancılarının günlerce yaptıkları çalıştaylardan ortaklaşılan terimlerin yine Türkiye ve Dünya'nın değişik yerlerinde uzman dilbilimci, akademisyen, mühendis ve mimarlardan oluşan bir danışma kurulunun düzeltmeleri ve katkılarıyla hazırlanmaya çalışılmıştır. Bu çalışmaya Duhok, Hewlêr, Suleymaniye, Qezwîn, İstanbul gibi şehirlerin yanında başka birçok yerden katkı sunulmuştur. Ayrıca Kürtçe’nin Kurmancî, Dimilî ve Soranî lehçelerinde uzman olanlarla çalışma içerisinde yer almıştır. Dolayısıyla çalışma sadece bir veya bir kaç kişinin değil çok değişik kesimlerin ortaklaşmasıyla yapılmıştır.

Çalışmanın nihai neticesi olarak Şubat-Mart 2014 tarihlerinde tamamlamayı planladığımız Kürtçe-Türkçe-İngilizce Teknik terimler sözlüğü olacaktır. Böylesi bir kaynağın ülkemizin eğitim sistemine büyük katkı sunacağına inanıyoruz. Dünyadaki tüm halklar gibi Kürtlerin de kendi ana dillerinde eğitim görebilmeleri hem halklar arasında güçlü bağları kuracak hem de özellikle Türkiye'de birlikte yaşam koşullarının daha da güçleneceği demokratik bir ülke oluşturacağına inanmaktayız.

Yaklaşık 3 yıl sürecek olan bu çalışmamızda emek veren, bundan sonra da verecek olan tüm arkadaşlarımıza ve hocalarımıza halkımız adına teşekkürlerimizi sunar, 11 Mayıs 2013 tarihinde 2. fasikülümüzün tamamlanması onuruna Cîgerxwîn Kültür Merkezi'nde düzenleyeceğimiz resepsiyonda siz değerli basın emekçilerini de aramızda görmekten büyük mutluluk duyarız.

TMMOB Diyarbakır İKK bileşenleri
TMMOB Kürtçe Teknik Çalışmalar Komisyonu